PYNK: Armanca serdana Herîrî têkbirina xebatên yekîtiyê ye

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd- PYNK’ê nerazîbûn nîşanî pêşwazîkirina serçete El-Herîrî li Hewlêrê ji aliyên rayedarên PDK’ê û ENKS’ê ve da û diyar kir armanca serdanê têkbirina xebatên yekîtiyê ye.
PYNK’ê bang li gel û partî û rêxistinên Kurdistanî û Sûriyê kir ku li dijî plan û komployan xwedî helwest bin.

Yek jî berpirsê destdirêjî, komkujî, dagirkeriya li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî serçete El Herîrî 3’ê mehê ji aliyê PDK’ê ve li hewlêrê bi gûlan hate pêşwazî kirin.

Pêşwazîkirina kujerên kurdan li ji aliyê Barzaniyan de di nav kurdan de rastî bertek û nerazîbûnan hat.

Derbarê serdana serçete Herîrî ji bo başûrê Kurdistanê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî- PYNK’ê daxuyaniyek da.

PYNK’ê diyar kir ku di demeke ku gelê kurd bi rêya diyaloga di navbera PYNK`ê û ENKS`ê de benda yekîtiyê bûn pêşwazîkirina El Herîrî li başûrê Kurdistan birînên Efrînê kûrtir kir.

PYNK’ê balkişand li ser daxuyaniyên El Herîrî yên li Hewlêrê û got:

“El-Herîrî bi civîneke çapemeniyê li Hewlêrê û bi taybetî li parlamentoya Hewlêrê planên li dijî Rojava radigîhîne.

Teqez dike ku wê bi hevkariya ENSK, PDK’ê û Mesûd Barzanî van planan pêk bînin.

Her wiha bi awayekî eşkere ragihand ku herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî herêmên ku ji terorê hatine rizgarkirin in û got ew ê tevî ENKS`ê hebûna xwe li wan herêmên ‘rizgarkirî’ xurt bikin û hêzên Bakûr û Rojhilatê Sûrî jî weke terorîst pênasekir.”

PYNK’ê diyar kir ku ew ji axaftinên El-Herîrî matmayî nemane, ya ku wan êşandiye bêdengiya PDK û ENKS’ê ya li hemberî van nirxandinan bû.

PYNK’ê dazanîn ku El- Herîrî bi vê serdana xwe ve armanc dike ku dawî li xebatên yekîtiya kurdî bîne û destnîşan kir komployeke qirêj li dijî destkeftiyan tê plankirin.

PYNK’ê bang li gel, hemû partî, kombûnên civakî û çandî yên Kurdistanî û Sûriyê kir ku li hemberî vê plana qirêj helwestek hişt nîşan bidin.

PYNK’ê bang li ENKS’ê jî kir û got:

Ev dijberiya eşkere ya Îtîlafê pêwîst e ji aliyê ENKS`ê ve bê şîrovekirin ku aliyê din ê diyalogê ye.

Back to top button