Xelkên Girkê Legê: Em ê li hember êrişan parastina axa xwe bikin

Em bi riya vîna xwe, hemû siyastên qirêj yên bi armanca qirkirina gelan têk bibin..
Ev gotinên xelkên Girkê Legê yên li dijî êrişên dewleta tirk ya dagirkerin.

Artêşa Tirk a dagirker rojane li dijî xelkên herêmê û erebeyên welatiyan êrişên pêk tîne.

Li dijî van êrişên dewleta Tirk helwesta xelkên herêmê jî di asta herî bilind de ye.

Helwest bi riya daxuyanî, meş û hwd derdikeve pêş.

Bi armanca şermezarkirina van êrişan, xelkên girkê legê, rêveber, nûner û endamên sazî, meclîs û komînan li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê daxuyanî dan.

Şêniyan got:

Hedefkirina erebeyên welatiyan li Dêrikê û Şengalê bi yek armancê hatin kirin.

Armanca siyasetên qirêj ên faşîzma Tirk, tunekirina hemû gelên herêmê ye.

Dawiyê, meclisê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD ji bo parastina hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axa xwe piştrast kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Efrîn-Şehba êriş şermezar kirin

Back to top button