Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku, vê sibehê karwanekî leşkerî ya dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bû.
Çavdêriyê eşkere kir ku bêhtirî 20 erebeyên leşkerî ji dergeha Kefer Losîn a Lîwaya Skenderon, ber bi herêma Putin-Erdogan a Idlibê ve çûn.
Bi vê yekê, ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan, 2 hezar û 150 maşîneyên dewleta Tirk derbas bûne.
Çavdêriyê her wiha ragihand ku şeva borî, hêzên Rejîma Sûrî deverên Fitêra, Sefohin û Kefer Iweyid ên Cebel El-Zawiye topbaran kirin.
Li eniya Afis a rojhilatê Idlibê jî, di encama topbarana hêzên Rejîmê de, çeteyek hat kuştin.
Tevî hin binpêkirin jî, lê ev 28 roj in êrîşên asmanî, di encama lihevkirina Putin-Erdogan de, bi temamî li herêmê rawestyane.