Ji bo parastina berhemên çandiniyê ji şewatê tedbîr hatin girtin

Rêveberiya Çandinî û Parastina Berhemdarên Sewalan ya Herêma Cizîrê, gelek tedbîr ji bo rêgirtina li ber şewata zeviyan girtin.

Rêveberiya çandiniyê, wekî gava destpêkê, gihayên bi-zerar ên li kêleka rêyên sereke û yên di nava çandiniyê de şîn tên, radike.

Ji bo nema ev giha derkevin jî, Rêveberiyê derman li kêlekên rêyên sereke yên di navbera bajar, navçe û bajarokên herêmê de, reşandin.

Rêveberiya Çandinî û Parastina Berhemdarên Sewalan ya Herêma Cizîrê, bang li şênî û cotkaran kir ku dûvikên cigareyê neavêjin û bi wan re dermanan belav bikin.

Sala borî, li herêmêna Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek şewat derketibûn, di encamê de bi hezaran hektar ên berhemên çandiniyê şewitîn.

Back to top button