Şêniyên Kobanê: Eger Rûsya erkên xwe bi cih nayne, bila ji herêmê derkeve

Şêniyên Kobanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî sûcên dagirkeran şermezar kirin û diyar kirin ku eger Rûsya erkên xwe bi cih nayne, bila ji herêmê derkeve.

Ji duh ve êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsayê didomin, Di encama topbarankirina zarokek şehîd ket û 5 sivîl birîndar bûn.

Şêniyên kobanê li hemberî van êrişan de nerazîbûnên xwe nîşand dan û bêdengiya dewletên navneteweyî û Rûsyayê li hemberî van êrişan, şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Silêm an diyar kir ku armanc êrîşên dewleta Tirk qirkirina Kurdan e, Ev Sûcan jî li gel bêdengiya navneteweyî, nexasim Rûsyayê, pêk tê.

Şêniyê bi navê Seîd Ehmed destnîşan kir ku Eger Rûsya êrişên Tirkiyê li dijî herêmê ranewestand, divê ji herêmê derkeve.

ji aliya xwe ve jî Şêniyê bi navê Reşîd Bozan xuyakirin ku ji bo tunekirina projeya demokratîk ya ku Rêveberiya Xweser li herêmê pêk tê, dewleta Tirk bi hevkariya Rûsya êrîşan pêk tîne.

Back to top button