Tirkiye bi biryara Erdogan ji peymana Stenbolê vekişiya

Tirkiye bi biryarnameya Serokkomariyê îmzeya Peymana Stenbolê ya ku ji bo jinan pir girîng bû, betal kir û îmzeya xwe bi paş ve kişand.Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanî betalkirina peymana Stenbolê da

Li ser navê Komara Tirkiyê, 2011’an peymana Stenbolê hatibû îmzekirin û bi biryara Wezîran ev yek 2012’an hatibû erêkirin.

Di biryarnameya Serokkomariyê de, îmzeya Serokê AKP’ê û Serokkomar Tayyip Erdogan heye.

Hat diyarkirin ku li gorî xala 3. a hejmara 9’an a Serokkomariyê, biryar hatiye dayîn ku îmze bi paş ve were kişandin.

Ev Peymana Stenbolê ku Tirkiye îmze kiribû, li ser wekheviya zayendiya civakî hatibû avakirin.

Armanca peymanê ew bû ku di navbera jin û mêr de wekheviyê ava bike û rê li pêş tundiya li ser jinê bigire.

Meclisa jinan a HDP’ê bertek nîşanî xwevekişandina ji peymana Stenbolê da

Meclîsa Jinan a HDP’ê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û îtîfaqa mêr a AKP-MHP’ê li dijî jinan peyman betal kirine û wiha got:

“Her roj herî kêm 3 jin tên kuştin. Her roj jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin.

Îtîfaqa AKP-MHP’ê bi Biryarnameya Serokomariyê darbe pêk anî û peymana Stenbolê vekişand.

Em ê li dijî vê yekê li qadên Newrozê bertek û nerazibûnên xwe bilind bikin.”

Ayşe Acar Başaran: Wê jin dest ji destkeftiyên xwe bernedin

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî xwevekşandina Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê û got;

“AKP û MHP, ji bo siyaseta xwe jinan wekî astengî dibîne. ji bo wê êrişî têkoşîn û destkeftiyên jinan dikin.

Peymana Stenbolê destkeftiyeke di encama têkoşîna jinan a bi salan hatiye bidestxistin e û ne mafekî ku desthilatê daye jina ye.

Ayşe Acar Başaran di dawî yê de got;

Peymana Stenbolê Peymaneke navneteweyî ye. Ev rewş ji êrîşên li ser partiya me cuda nikare bê destgirtin.

Lê wê jin dest ji vê destkeftiya xwe ya dîrokî bernedin û wê Peymana Stenbolê biparêzin.”

Însyatifa em dixwazin bijîn banga derketina qadan kir

Însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn bertek nîşanî feshkirina Peymana Stenbolê da û di daxuyaniya ku da de ragihand ku ev ji bo Tirkiyê rojeke reş e û diyar kir ew dev ji Peymana Stenbolê bernade.

Însyatifê bang li her kesê kir ku dakevin qadan.

Bertekên jinan li dijî AKP’ê: Hûn kujerên jinan in

Piştî ku Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiye şûnde li ser medya civakî jinan bertek nîşan dan û gotin:

“Hûn kujerên jinên hatin kuştin e.”

Hûn li dijî mêrên jinan dikujin tiştekî nakin. Tenê hûn mêrtiya xwe li vir nîşan didin.

*Tu hem ji peymanê vekişe hem jî bêje em ‘têdikoşin’. Hûn ne li dijî tundiya li ser jinê, hûn li dijî jinê têdikoşin.

Back to top button