Çalakiya greva birçîbûnê 114 roj li pey xwe hişt

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber APO û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin, di roja 114’emîn de dewam dike. Li girtîgeha jinan a Şakranê polîsan pirtûk desteserkirin. Dayika girtiya bi navê Dîdem Akman da zanîn ku rêveberya girtîgehê soza xwe bi ciha nayne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020’an de li girtîgehên Tirkiyê û herêmê hatibû destpêkirin didome.

Greva birçîbûnê bi koma 23’emîn di roja 114’an de berdewam dike.

Çalakiya li Mexmûrê jî bi koma 47’an di roja 93’an de didome.

Çalakiya penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê jî, di roja 77’an de ye.

”Rêveberiya girtîgehê soza xwe pêk neanî”

Girtiya bi navê Dîdem Akman di 18’ê Sibata 2020’an de bi armanca başkirina rewşa girtîgehê ketibû greva birçîbûnê, piştî ku daxwazên wê hatibûn qebûlkirin, çalakiya xwe bi dawî kir.

Lê rêveberiya girtîgehê soza xwe pêk neanî û bi ser girtîgeha jinan a Şakranê de girt.

Girtiyên jin li dijî serdegirtina koguşan ku pirtûk hatin desteserkirin girtî ketin greva birçîbûnê û grev didome.

Dayika Dîdemê, Zulfiye Akman jî dibêje:

Gelo nav çar dîwaran de kovar û pirtûk neyên xwendin wê dem çawa derbas be.

Rêveberiya girtîgehê ger soza xwe ya başkirina girtîgehan bi cih neyne, wê ji nû ve rojiya mirinê dest pê bike.

Şertên girtiyan girane, keça min û hevalên xwe rastî her kirinên dijmirovî tên, divê rewşa girtiyan baş bibe.

Back to top button