KCK: Divê Kurd li dora Rêber Apo bibin yek û di Newrozê de berxwedanê mezin bikin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi boneya Cejna Newrozê diyar kir, heta hevdîtina bi malbat û parêzeran ya bi Rêber Apo re divê tu kes li mala xwe rûnenê.
KCK’ê got, “Divê hemû Kurd û jin û ciwanên Kurdistanê li dora Rêber Apo bibin yek û di Newrozê de berxwedanê mezin bikin.”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê Cejna Newrozê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku Newroza îsal wê bibe wesîleya pêkanîna azadiyê û hevdîtina bi Rêber Apo re ya li welatekî azad.

KCK’ê destnîşan kir meşaleya azadiyê ya ku bi hezaran sal berê li dijî Dehaqê Zalim di şexsê Kawayê Hesinkar de bilind bûye, ji aliyê zarokên berxwedêr ên Kurdistanê mîna Mazlûm Dogan, Zekîye Alkan, Rehşan Demîrel, Bêrîvan, Ronahî û Semayan li ser destan hatiye gerandin.

KCK’ê da zanîn desthilata faşîst a AKP û MHP’ê pêkanînên îmha û qirkirinê ji ser Rêber Ocalan xistiye dewrê, dixwaze bi agir bilîze û wiha got,

“Dema ku gelê Kurd ev nûçe bihîstiye, daketiye qadan û li her derê dest bi çalakiyan kiriye. Ji ber ku gelê Kurd Rêber Apo wekî nirxa xwe ya herî mezin dibîne. Hebûn û azadiya xwe di hebûn û azadiya Rêber Apo de dibîne. Gelê me vê rastiyê her roj li kolanan bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ de tîne ziman.”

KCK’ê diyar kir watedar e ku nûçe û îdiayên derbarê jiyana Rêber Ocalan di pêvajoyek ku gel xwe amade dike dîsa li qadên Newrozê azadiya Rêber Apo biqîrin de dane pêş.

KCK’ê wiha dewam kir,

“Nûçe û îddîayên wiha destnîşan dikin ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku tolê hilîne ket nav hin hesabên qirêj û xeternak. Rejîma faşîst bi hesabên wiha xeternak û komploger dixwaze tola têkçûna xwe ya li Garê hilîne. Divê gelê me di asta herî jor de beşdarî vê Newroza azadiyê bibe û li her qadê bi pêxistina agirê azadiyê van hesabên faşîzmê pûç bike.”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê diyar kir, divê gelê Kurd li parçeyên Kurdistanê û derveyî welat vê Newrozê veguherîne Newroza azadiya Rêber Ocalan û wiha bi dawî kir,

“Heya ku hevdîtina parêzer û malbatê neyê li dar xistin divê Kurd li malê nemînin. Divê hemû Kurd û jin û ciwanên Kurdistanê li dora Rêber Apo bibin yek û di Newrozê de berxwedanê mezin bikin.”

Back to top button