Êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li Kobanê hate şermezarkirin

Vê êvarê saet 5:30 li Kobanê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov erebeyeke welatiyan bombebaran kir.
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê derbarê êrişê de daxuyaniyek da û got: “Em ê bi berxwedanê hemû planên dewleta Tirk têk bibin.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bi beşdariya nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser li pêşiya cihê bûyerê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan êriş dike û careke din gelê Kurd hedef girt.

Mîna li Wanê destkeftiyên gelê Kurd di hilbijartinan de hedef digire, li Kobanê erebeyeke welatiyan bombebaran kir.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk nagihîne armancên xwe û wê li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşînê bilind bikin.

Di dawiyê de rêveberiyê bang li raya giştî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker helwestekê nîşan bidin û berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Back to top button