PAJK: Rêber Apo bi avakirina PKK’ê ‘jin jiyan azadî’ afirand

KJK’ê, PAJK’ê û YJA STAR’ê bi daxuyaniyên cuda salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîroz kirin.Di daxuyaniyan de hate gotin, “Di sala 46’an a PKK’ê de ji bo azadiya Rêber Apo, avakirina Kurdistana Azad wê têkoşîn û berxwedan mezintir bê meşandin”

Koordînasyona PAJK’ê salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir.

PAJK’ê jî di peyama xwe de diyar kir Rêber Apo pêvajoya partîbûnê ji bo jinan û gelê Kurd veguherand pêvajoya azadiyê û wiha hate gotin;

Rêber Apo bi partîbûnê re jin kir xwedî rêxistin û hêza xweparastinê. Rêber Apo bi avakirina PKK’ê gelê Kurd kir xwedî îrade, xeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ afirand.

Jinên Kurd bi têkoşîna PKK’ê re xwe gihandin şoreşê, li dijî koletiyê bûn xwedî derfetên têkoşînê.”

PAJK’ê diyar kir ew ê sala 46’an a PKK’ê bi biryardarî û coşeke mezin pêşwazî bikin û bang li gel, jin û ciwnan kir ku rabin ser piyan û sala 2024’an bikin sala azadiyê ya Rêber Apo.

YJA STAR: PKK partiya serketinê ya jinan e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê jî salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir

Di peyama YJA STAR’ê de bal hate kişandin li ser berxwedana gerîlayên jin yên ku îro li dijî êrişên dagirkeriyê dimeşînin û wiha hate gotin;

“Pêşengê vê berxwedana bêhempa Rêber Apo ye.

YJA Star ku zêdeyî 30 sal in ku ji bo azadiyê têdikoşe, bîrdariya rûmetê ya jinê ye ku li nava PKK’ê hatiye afirandin.

Jin li nava PKK’ê gihîştin hev, bûn PAJK, bûn YJA Star û têkçûna dîrokî ya jinan veguherandin serketinê. Lewma PKK partiya serketinê ya jinan e.”

Fermandariya YJA STAR’ê bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana wan ya li dijî êriş û dagirkeriyê û wiha bi dawî kir,

“Serkeftin wê teqez a fedaiyên ku di xeta Apocî de li ber xwe didin be.”

Back to top button