Rêber Apo: Hevaltiya min a herî xurt bi Jinê re ye

Nirxandinên Rêber Apo ên ji bo azadiya jinê carek din girîngiya xwe derdixe holê. Rêber Apo diyar dike ku jin bila di îdeolojîk de azadiya xwe pêk bînin û rêxistina xwe ava bikin. Ji Îmraliyê ji bo jinan: Di alî îdeolojîk de azad bin, rêxistinbûna xwe pêk bînin

Nirxandinê Rêber Apo gelek caran nirxandinên derbarê azadiya civakê de dike û jinê dike çavkaniya sereke ya tevahî azadiyan.

Rêber Apo di hevdîtina 2006’an ya bi parêzeran re diyar dike ku divê jin di alî îdeolojîk de xwe pêş bixînin û radigihine ku heta jin di aliyê bîrdozî de xwe ne gihîne asta rizgarkiyê nikare xwe azad bike û wiha dinirxîne:

Di vê jin xwe pêşbixin û ji mêran bawer nekin.

Serbixwebûna xwe biparêzin. Jin bila ji azadiya xwe netirsin.

Ez bi jinê re wisa rêheval im. Min rêhevaltiya bi heybet bi jinê re kir.

Hevaltiya min a xurt bi jinê re heye. Ev mijara bawerî û hêzê ye.

Ez wisa bersivê didim keda jinan. Divê ew xurt bin.

Ez xwe wek karkerê hezkirinê vedinasînim.

Ez ji bo we dijîm. Bêrîkirinên me hinceta jiyana min e, ez bi we re me.

Cîhaneke azad heye, jiyaneke azad a tê qezenckirin heye.”

Rêber Apo di hevdîtina 2007’an de jî vê perspektîfê datîne holê:

“Hestên zayendê xwezayî ne, bi her mirovî re hene.

Zayenda heyî desthilatdarî ye, mêrantiya rabûye jor e. Heta mêr aniye asteke hov.

Feraseta desthilatdariyê ya hov derketiye holê.

Heta ev feraset neguhere ne pirsgirêka azadî ne jî ya demokrasiyê tê çareserkirin.”

Rêber Apo di hevdîtinek xwe de li ser kuştin, destdirêjî û tundiya li dijî jinan û vê yekê weke pirsgirêka sereke û dirokî yahezaran sal bi nav dike û dibêje:

Jinan hîna ev pirsgirêk fêm nekirine. Divê jin pirsgirêka xwe fêm bikin, çareser bikin.

Divê xwe nas bikin. Ez dibêjim jina azad. Li ser navê namûs û hezkirinê jin tên kuştin.

Kuştina jinê bênamûsiya herî mezin e.

Ji vê mezintir bênamûstî tune ye. Di akademiyê jinan de vê nîqaş bikin.

Heta hûn van nizanibin hûn tiştekî fêm nakin.”

Rêber Apo di dahurandinên xwe de qala tewriya qutbûnê dike û vîna jî wekî ‘destberdana bêdawî” pênase dike.

Divê jin siyaseta xwe ava bikin, ji bo vê aboriya xwe ava bikin.

Min gotibû divê jin aboriya xwe ava bikin, akademiyên siyasetê ava bikin.

Ji bo azadiyê çalakîbûna siyasî û hişmendiya siyasî hewce ye. Ez dibêjim azadiya bêdawî.

Rêber Apo hevdîtina xwe ya 2011’an balê dikşîne sazîbûn û rêxistin bûna jinê û wiha dibêje:

“Di mijara jinê de du tiştên em hewl didin bikin hene û ev girîng in.

Ya yekem; jin di aliyê îdeolojîk, fikrî de azad be û hêzê qezenc bike.

Ya duyem jî rêxistinbûna jinê, xwe bigihîne rêxistinbûna xwe, bê asta ku dikare xwe rêxistin bike.”

Back to top button