Tevgerên Ciwanên Ewropayê tevlî pêngava Azadî bo Rêber Apo bûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer ragihadin ew beşdarî pêngava ji bo azadiya Rêber Apo û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî dibin.

Pêngav di 10’ê Cotmehê de ji aliyê dostên gelê Kurd ve li 100 navendan hate ragihandin.

Tevgerên Ciwanên Kurd ên Ewropayê diyar kirin ku ew beşdarî pêngavê dibin.

Di daxuyaniya Tevgerên Ciwanên Kurd ên Ewropayê de ev tişt hatin gotin:

“Rêber APO ji bo nakokiyên li Rojhilata Navîn bi awayekî siyasî çareser bike têdikoşe.

Li ser vê yekê Rêber APO dest bi têkoşîna xwe ya mezin kir.

Lewma erkê me ciwana ye ku li dijî Tecrîda girankirî rabin û azadiya fîzîkî a rêber Apo misoger bikin.”

Ciwanan diyar kirin ku ew weke Tevgerên Ciwanên Kurd ên li Ewropayê beşdarî pêngava ‘Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî ‘dibin.

Back to top button