Êrîşên dewleta Tirk a dagirer ên li ser Rojava û Mexmûrê li bajarê Dortmûn ê Almanyayê hatin protestokirin
Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rozerîn hate lidarixistin.
Kurdistaniyan di çalakiyê de pankata “Kurdistanê biparêze” û “Bila qada hewayî ya Rojava bê qedexekirin” hilgirtin.
Çalakvanan di daxuyaniyê de bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirke dan.
Her wiha diyarkirin ku wê gelê Kurd serî li hember zext û êrîşan netewînin.