“Divê qada ezmanî li pêş balafirên Tirk bê girtin”

Bertekên Gel yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin.
Partiyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê li ber deriyê baregeha Navneteweyî ya li taxa Xiwêran ya li Hesekê li dijî êrişan mêtingek li dar xistin.
Partiyan bang li hêzên Navneteweyî kirin ku êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û qada ezmanî ya bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Li Hesekê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rûspiyên êlên Ereb û Kurd û oldar beşdarî meşê bûn.

Meş li ber baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li taxa Xiwêran veguherî mîtingê.

Li wir endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Deriya Remedan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Dewleta Tirk a dagirker bi armanca têk birina ewlehî, aramiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser bi hemû rê û rêbazan êriş dike.

Binesaziya herêmê, navendên xizmetguzariyê û navendên leşkerî hedef digre.

ev yek sûcên şer û dermirovî ne.”

Deriya Remedan bang li hêzên navneteweyî kir ku êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û qada ezmanî ya bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Di dawiyê de dosyaya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê radestî berpirsên baregeha Koalîsyona Navneteweyî hate kirin.

Kesên ku ji televizyona me re axivîn êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî şermzar kirin û banga girtina qada hewayî ya herêmê kirin.

Back to top button