Şênî û meclisên rêveber ên Reqayê, Kobanê, Minbic û Tebqayê bi daxuyaniyan Roja Kobanê ya Cîhanî pîrozkirin.
Di daxuyaniyan de peyama dewamkirina berxwedanê li hember êrişan hat dayîn..Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî şêniyên Reqayê berê xwe dan Kobanê û li wir daxuyaniyek dan.
Şêniyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku Kobanê bi saya berxwedana YPJ’ê û YPG’ê hat rizgarkirin û ev roj li Kobaniyan û tevahî gelê herêmê pîroz kirin.
Di daxuyaniyê de, hat piştrastkirin ku ew ê li hember her êrişeke li dijî Kobanê bisekinin û bêdeng nemînin.
Şêniyên Kobanê roja dîrokî ya Kobanê pîroz kirin
Her wiha bi boneya vê rojê li kobanê jî çalakî hebû û Roja Kobanê ya Cîhanê bi dirûşma 1’ê mijdarê berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkerî û hovîtiyê didome hat pîrozkirin..
Çalakî li qada şehîd Egîd bi beşdariya bi sedan welatiyan hat lidarxistin…
Li ser navê rêveberiya Kantona Kobanê Mistefa Êto û gelek kesên din di çalakiyê de axivin..
Mistefa Êto di axaftina xwe de balkişand ser êriş û hovîtiya ku DAIŞ’ê û têkçûna wê ya li Kobanê.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa û gundewarên wê îro bi boneya Roja Kobanê Cîhanê daxuyaniyên cuda dan.
Rêveberiya Minbicê bi daxuyaniyekê pîroz kir
Rûsipiyên eşîran, nûnerên Partiyên Siyasî û rêxistinên jinan beşdarî daxuyaniya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê bûn.
Di daxuyaniyê de qale rola jinan di berxwedana Kobanê de destnîşankirin û hat diyarkirin ku bi saya berxwedan û lehengiya jinan, berxwedana Kobanê li cîhanê deng veda û Kobanê bû nimûneya berxwedanê li seranserî cîhanê.
Di dewama daxuyaniyê de hate ziman ku ji vîna berxwedêrên Kobanê serketina mezin pêk hat û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin rizgarkirin.
Dawiya daxuyaniyê de bang li şêniyên herêmê hat kirin bi hev re têkoşîna xwe bidomînin.
Li Tebqayê hat pîrozkirin û soza domandina berxwedanê hat dayîn
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa û gundewarên wê jî bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê, daxuyanî da…
Di daxuyaniyê de, bajarê Kobanê wek keleha berxwedanê hat binavkirin û hewldanên dewleta Tirk a vejîna xeyalên Osmanî hatin bibîrxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Dewleta Tirk hewl dide tişta ku DAIŞ’ê di êrişên xwe yên li dijî Kobanê de nikarîbû pêk bîne, temam bike. Em ê li hember êrişên li dijï herêmên Bakur û Rojhilate Sûriyê bisekinin..”