Jimara koçberên ku ji ber şerê li Tîgrayê reviyane Sûdanê bû 25 hezar”

Hikûmeta Sûdanî ragihand ku jimara koçberên Etyopyayê ku ji ber şerê li herêma Tîgrayê reviyane Sûdanê, gihîştiye 25 hezaran.

Komîseriya Bilind a Karûbarêm Koçberan li Sûdanê da xuyakirin ku niha pêwîstî bi peydakirina cih, xwarin û vexwarina van koçberan heye û divê bo deverine biewle bên veguhastin.

Li aliyekî din, desthilata Eryopyayê girtina şaneyeke terorî ya DAIŞ û Tevgera El-Şebabê ragihand.

Destgeha Ewlekarî û Istixbarata Etyopyayî destnîşan kir ku ev şane ji 14 çeteyan pêk tê ku plana pêkanîna rêze-êrîşên terorî li gelek deveran kiribû.

Desthilata Etyopyayî bang li welatiyan kir ku li dijî her karekî terorî, yedekên xwe bigirin û hişyar bin.

4’ê vê mehê serokwezîrê Etyopyayê, Hêzên Federal şandibûn herêma Tîgrayê, da êrîşî hêzên herêmî yên li wir bikin.

Back to top button