Li Qamişlo bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê şahiyek hat lidarxistin

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê, koma şanoyê ya Qamişlo şahiyek li dar xist.
Tê de peyama Roja Şanoyê ya Cîhanê ya 2023’yan hat xwendin.
Her wiha derhênerê şanoyê Enwer Mihemed hat xelatkirin .

Şahî li Navenda Perwerdehiya Şanogeriyê ya Qamişlo hat lidarxistin ..

Bi dehan rewşenbîr, hunermend, şanoger û şêniyên bajêr beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de rêveberê koma şanoyê Ebdurehman Îbrahîm axivî..

Ebdurehman Îbrahîm got:

Em vê Roja Şanoyê ya Cîhanê li hemû karmendên şanoyê û derhêner û nivîskarên wê pîroz dikin.

Di encama xebatên 9 salan de komê gelek serkeftin bi dest xistin..

di salekê de 3 şano amade kirin û hewl dide tiştekî baş pêşkêşî civakê bike.

Piştre, peyama Desteya Şanoyê ya Navneteweyî hat xwendin.

Di peyamê de banga domandina têkoşîna hunerî ya li dijî kiryarên dermirovî û derexlaqî hat dayîn.

Şahî bi xelatkirina derhênerê şanoyê Enwer Mihemed bi dawî bû.

Back to top button