Cewhera PKK’ê li ser Bingeheke Lehengiyê dest pê kiriye

Rêber Apo di gelek nirxandinên xwe de behsa Hefteya Lehengiyê dike.
Rêber Apo dibêje: Rastiya me ya gel di warê taybetmendiyên xwe yên dîrokî yan jî rojane de bila bê nirxandin.
Rêya ku jê re bihata dayîn, encax rêya rizgariya lehengane bû.
Bi tenê rêya rizgariya lehengane dikare bibe rêya rizgariyê.

Rêber Abdullah Ocalan di gelek nirxandinên xwe de ku kiriye behsa Hefteya Lehengiyê dike.

Bi vê wesîleyê em ê hin nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên di sala 1995’an de li ser mijarê kirine, bi were parve bikin.

“Derketina mezin a PKK’ê bi van vegotin û pênaseyan lehengane ye.

Cewhera PKK’ê ye li ser bingeheke lehengiyê dest pê kiriye.

Jixwe derketina gelek lehengan jî delîleke berbiçav a vê yekê ye.

Çalakî bi xwe di destpêkê de lehengane ye..

Ji bilî şêwaza lehengiyê tu şêwaz nedibûn şêwaza PKK’ê û ne jî dikarî rê li ber pêşketinê vekira.”

Heke hûn dixwazin bi ser bikevin divê hûn bi lehengî tev lê bibin

Rêber Ocalan diyar kir ku Rastiya me ya gel di warê taybetmendiyên xwe yên dîrokî yan jî rojane de bila bê nirxandin..

Rêya ku jê re bihata dayîn, encax rêya rizgariya lehengane bû.

Bi lehengî destpêkirin û bi lehengî pêdebirin, rastiya objektîf e.

Heke hûn dixwazin bi ser bikevin, divê hûn bi lehengî tev li vê partiyê, têkoşîna di nava wê de bibin.

Tevlêbûna ji bilî vê, nikare bibe îfadeya rastiyê.

Ew endamên PKK’ê yên rasteqîn in

Rêber Abdullah Ocalan di nava nirxandinên xwe de destnîşan dike ku em şehîdên xwe weke leheng bi bîr tînin ..

Em di şehadeta hevalê me Mehmet Xeyrî Durmuş de ku yek ji şehîdên mezin e, îfadeya herî şênber a vê yekê dibînin.

Di şehadeta xwe de dibêje deyndar e.

Di çalakiya xwe de dibêje kêmasiyên xwe yên mezin hene û bi êşa vê yekê ber bi şehadetê ve diçe.

Ev tam tiştê ku em dixwazin bînin ser ziman, nîşan dide.

Dema em şehîdên xwe wek lehengan bi bîr tînin, di serî de divê çi were fehmkirin?

Ew endamên PKK’ê yên rasteqîn in, lehengên rasteqîn in.

Çalakiya Mezlûm çalakiya herî birûmet a jiyanê ye

“Çalakiya Mezlûm Dogan çalakiya herî bi rûmet a jiyanê ye .”

Bi van gotinan Rêber Ocelan behsa çalakiya şehîd Mezlûm dike.

Radeya ku wan hevrêyên me mirin lê qebûl kiriye, ew rade ye ku ji bilî teslîmiyetê tu rêyeke jiyanê lê nemaye.

Çalakiya Mazlûm ne çalakiyeke întîharê ye.

Çalakiyên din ên rojiyên mirinê yên mezin, ne çalakiyên întîharê ne.

Lê çalakiya herî birûmet a jiyanê ne.

Divê şehadet di PKK’ê de bi vî rengî were dîtin.

Bi fersendeke bi qasî serê derziyê pêkanîna çalakiyekê

Rêber Apo dibêje, heke îhtîmaleke herî kêm a jiyanê li çiyayan hebe, hûn ê derfetên mezin ên pêşketinê bibînin.

Careke din balê bikişînim ser wê, Mazlûm hewl dide Newrozê bi kîbrîtekê pîroz bike.

Ew çi ye?

Ew e ku bi fersendeke bi qasî serê derziyê çalakiyekê bike.

Îhtîmala çalakiyeke din tune ye.

Heke hebûya, helbet dê bi awayekî din binirxandina.

Pêngavên lehengane bi pênaseyeke çawa, gaveke çawa, hewldaneke çawa, îfadeyeke çawa

Feraseteke çawa ya birêxistinbûnê, feraseteke çawa ya çalakiyan û şer û feraseteke çawa ya berpirsyariyê bêne kirin, em rave dikin.

Rêya bi erzanî nemirinê, bi deyndarî nemirinê ev e.”

Back to top button