Dewlata Tirk para Sûriyê ji ava çemê Firatê ji sedî 63 kêm kiriye

Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku ava çemê Firatê ya dikeve erdê Sûriyê gelekî daketiye, bi vê yekê re rêjeya avê li Sûriye û Iraqê kêmtir dibe.

Endamê Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Terboş ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku rêjeya ava çemê Firatê ya ku dikeve axa Sûriyê ji duh ve di saniyê de daketiye185 metre kabik.

Ji nêzî 4 mehan ve, dagirkeriya Tirk ava çemê Firatê li ser welatiyên Sûriyê kêm kiriye di demên dawîn de di saniyê de tenê 200 metrekabik av derbasî xaka Sûriyê dibû.

Li gorî peymanên sê alî yên di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de di sala 1987 de, para Sûrî ji ava çemê Firatê di saniye de 500 metrekabik e, ku Iraq jê ji sedî 60 digire.

Bi vê rêjeya nû re, dê şêniyên herêmê bi karesatekê re rû bi rû bimînin.

Back to top button