Di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de li navçeya Şêrawa 4 dagirker hatin kuştin.
HRE’ê têkildarî çalakiyên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê, daxuyaniyek da.
Hat diyarkirin 10’ê Gulanê li gundên Cilbir û Beradê yên bi ser Şêrawa ya Efrînê li hember dagirkeran 2 çalaki hatin lidarxistin.
HRE’yê diyar kir di encama her du çalakiyan de 2 endamên MÎT’ê, leşkerek û çeteyekî dewleta Tirk hatin kuştin û 2 endamên MÎT’ê jî birîndar bûn.