Li Qamişlo 6 kesên ku madeyên hişbir belav dikirin hatin girtin

Li bajarê Qamişlo, Hêzên Ewlekariya Hundirîn şebeyeke ku madeyên hişbirê belav dikir, girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên ewlekariya Hindirîn piştî komkirina delîl û belgeyan, gihîştin şeş kesên ku di warê belavkirina madeyên hişbir de li bajarê Qamişlo kar dikirin û hat gotin:

Piştî piştrastkirina tevlêbûna van kesan di karê belavkirina madeyên hişbir de, hêzên me bi ser cihê van kesan de girt û ew binçav kirin.

Di dema serdegirtinê de, van kesan hewl dan ku bi bombeyên destan êriş bikin, lê hêzên me pêşî li wan girtin.

Sûcdar li gel tiştên ku hatine desteserkirin, wê ji bo ji Dozgeriya Giştî bên şandin.ʹʹ

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di serdegirtinê de gelek çek, cebilxane û madeyên hişbir jî hatin destserkirin.

Back to top button