Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihand ku di girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de herî kêm 10 girtiyên siyasî hatine kuştin.
Doh li girtîgeha Evîn a li bajarê Tehranê, şewat û şer derket.
Li gorî agahiyan, ji ber êrişa hêzên Îranê li ser girtiyên siyasî û şewatê, jimara kuştî û birîndaran zefe..
Lê Wezareta Dadê ya Îranê eşkere kir ku di wê bûyerê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, 61 girtî birîndar bûn e, 10 birîndar rakirine nexweşxaneyê rewşa 4 ji wan giran e.
Rêxistina Mafê Mirov a Îranê diyar kir ku saziyên Îranê rastiya bûyerê eşkere nakin, daxwaz li NY kir lêpirsîn û lêkolîneke li ser bûyerê bide destpêkirin.
Her wiha Rêxistina Mafê Mirov a Îranê eşkere kir ku heman rojê alozî li girtîgeha bajarê Reşt (Lakan) de jî derketiye.
Li gor agahiyên wan piştrastkirinê li wê girtîgehê jî 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.