Salvegera damezrandina QSD’ê

Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El-Ebdullah diyar kir ku armanca QSD’ê parastina axa herêmê ye.

Bi boneya salvegera damezrandina QSD’ê Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El-Ebdullah axivî û got:

”QSD’ê tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî dihewîne û QSD’ê ji Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmenan pêk tê.”

Lîlwa El-Ebdullah: Em ê gel û herêmê biparêz in

Lîlwa anî ziman ku bi saya QSD’ê herêmên di destê DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin û îro serkeftinên vê hêzê diyar in.

Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê jî kir û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk hewl dide ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

Hêzên me jî rojane li hember wan êrişan li ber xwe didin. Em soz didin gelê xwe ku em ê wan biparêz in.”

Dawiyê, Lîlwa El Ebdullah salvegera damezrandina QSD’ê li tevahî şervanan pîroz kir û soza parastina destkeftiyan da.

Back to top button