Rûsya li çeteyên dewleta Tirk da..”100 çete hatin kuştin”

Duh Balafirên Şer ên Rûsyayê baregehên çeteyan ên li Bakurê Sûrî bi tayet ên di bin dagirkeriya Tirkiyê bombebaran kirin.
Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrişên wan ên li Bakur Rojavayê Sûriyê de, 100 çete hatine kuştin.

Cîgirê Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê Oleg Egorov (Olîg Îgorov) diyar kir ku Hêzên Ezmanî yên Rûsyayê çend êriş li dijî navendeke perwerdeya terorîstan pêk anîne û di encamê de nêzî 100 çete hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya berpirsê Rûs, ev êriş li devera Qitmê ya Efrînê pêk hatine û navendeke ne rewa bûye armanc.

Her wekî eşkere kir ku di van êrişan de, navenda rêvebiririnê, depoyên çekan û cebilxaneyê û 15 erebeyên leşkerî hatine rûxandin.

Duh danê sibehê çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihandibû ku balafirên şer ên Rûsyayê li dşeta Efrîn û Ezazê baregehên çeteyên “Siqûr Şemal” bombebaran kirine.

15 Îlona derbasbûyî jî Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê eşkere kiribû ku hêzên Rûs bargeheke “Cebhet El-Nusra” li Idlibê bombebaran kiribûn û 45 çete hatibûn kuştin.

Back to top button