Di rojên cejnê de jî herêm ji êrişan nefilitî.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Bendava Şehba topbaran kirin.
Vê sibehê dewleta Tirk Bendava Şehba ya kantona Şehbayê topbaran kir .
Duh êvarî jî gundên Til Temir ji aliyê dagirkeran ve rastî êrişan hat .
Taybet gundên Gozeliyê û Til El-Leben ên navçeyê hatin topbaran kirin.
Rojane herêm ji aliyên dewleta Tirk ve tê topbaran kirin .
Hêzên garantor li herêmê jî li hember van êrişan xwe bêdeng dike .