Salvegera 43’yemîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyên ku hatin dayin de hat xwestin Zindana Amedê veguherînin “Muzeya Mafê Mirovan”.
Her wiha destûrek bingehîn a sivîl a nû bê çêkirin.
Li ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî 43 sal berbas bûn.
Di darbeya ku ji aliyê Serfermandarê Giştî yê wê demê Kenan Evren ve hat birêvebirin de;
Piraniya wan Kurd û kesên azadîxwaz 650 hezar welatî hatin binçavkirin.
Ji wan 250 hezar jî di mehkemeyên leşkerî de hatin darizandin.
Di girtîgehan de 300 kes bi êşkenceyan hatin qetilkirin û gelek kes jî hatin darvekirin.
Li Bakurê Kurdistanê salvegera 12’ê Îlonê hate şermezarkirin
Eş û birînên vê hovitiye di salvegera 43’an de dewam dike û nayê ji bîr kirin.
Di serî de li bajarên Bakûrê Kurdistanê li gelek deveran ev roj bi çalakiyan hate şermezarkirin û lanetkirin.
Li ber girtîgeha Amedê daxûyanî hate dayîn
Têkildarî vê yekê Komeleya 78’an a Amedê û Komeleya Mafrên Mirovan-ÎHD’ê li ber Girtîgeha leşkerî a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.
Ev girtîgeh yek ji navendên îşkenceyê ya serdema darbeyê bû.
Di daxuyaniyê de Parlamenterê CHP’ê jî di nav de gelek Parlamenterên Partiya Çep a Kesk û welatî amade bûn.
“Îro jî welat bi heman feraseta 12ê Îlonê tê birêvebirin”
Di daxuyaniyê de hate gotin îro jî welat bi heman feraseta 12ê Îlonê tê birêvebirin û wiha hate gotin:
Di salên dawî de pêkanînên antî-demokratîk zêde bûne.
Her wiha mafê siyaseta sîvîl ê kurdan hatiye desteserkirin.
Mafên bingehîn ên wekî azadiya ramanê û rêxistinkirinê ji holê hatine rakirin.
Hate diyarkirin ev helwest û nêzikatî her roj zêdetir dibe û her diçe welêt ji hêviya ji bo aştiya civakî dûr dixe.
“Bila zindana Amedê bibe muzeya mafê mirovan”
Aliyan daxwaz kirin ku zindana Leşkerî ya Amedê veguhere mûzeya mafê mirovan û gotin:
Ev zîndana ku piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê bûbû navenda sûcên mezin, wê tu car ji bîra gelê kurd neçe û bila bibe Muzeya mafê Mirovan a bîra mirovahiyê”.
Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î jî anî ziman ku girtîgehê ji gelek îşkence û zilmê re şahidî kiriye û wiha axivî:
“Heta ku bi paşêrojê re hevrû nebin ev travma nayên derbas kirin.
Em ê teqez ji vê feraseta faşîst a darbeyê hesabê bipirsin”.
Li gelek bajaran parazvanên mafê miron ev roj şermezar kirin
Her wiha li bajarên Dêrsim, Riha û yên Tirkiyê jî parazvanên mafê mirovan li dijî vê rojê helwesta xwe raber kirin.
Aliyan di daxuyaniyên xwe de destnîşan kirin ku li dijî hişmendiya darbeyan wê têkoşîna wan didome.