Ji ber kêmûna avê li herêma Firatê nexweşî belav dibin

Bi hatina demsala havînê re û kêmkirina rêjeya ava Firatê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, gelek nexweşî li herêmê belav dibe.

Ji bo ku şênî xwe biparêzin, berê xwe didin navendên tenduristiyê.

Yek ji wan navendan jî li Navçeya Qinê ye:

Rojane zêdetir 10 nexweş serlêdana navendê dikin.

Hejmara herî zêde yên ku bi Nexweşiya Jehriyê dikevin.

Derbarê mijarê de berpirsiyarê navenda tenduristiyê a navçeya Qinê Doktor Omer Ehmed axivî.

Doktor Omer gel ji nexweşiyan hişyar kir

Her wiha duxuyakirin, nexweşî herî zêde ji ber kêmbûna avê ye û beriya xarina fêkî û sebzeyan divê baş werin şûştin.

Back to top button