Li Kobanê kesekî gule li malbata hevjîna xwe barand û piştre xwe kuşt, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Nûçegihanên me da zanîn ku li Kobanê Kamîran Îbrahîm Besrawî (37) gule li malbata hevjîna xwe berand û piştre xwe kuşt.
Di encama gulebaranê de tevî kujer, birayê hevjînê kujer ê bi nav Fewqaz Fethî Besrawî (37) hate kuştin.
Fethî Mistefa Besrawî (75), Naîle Besrawî (50) û Rola Fewzî Besrawî (21) birîndar bûn.
Birîndar li nexweşxaneya El Emel a bajêr têne dermankirin.
Li gor çavkaniyên tenduristiyê rewşa du birîndaran kirîtîk e.
Heta niha aliyên ewlehiyê tu agahî der barê bûyerê de parve nekirin.