Malbata Rêber Apo û girtiyên din: Em ji rewşê bi fikar in, divê em tavilê biçin Îmraliyê

Tecrida li ser Rêber Apo û sê girtiyên din ên li Îmraliyê roj bi roj tê giran kirin û ti agahî ji wan nayê girtin.
Malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din îro çûne Meclisa dewleta Tirk û serdana HDP’ê kirin.
Malbatan diyar kirin ew ji rewşa li Îmraliyê bi fikar in û xwestin tavilê biçin Îmraliyê.

Rêber Abdullah Ocalan û sê girtiyên din Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrideke girankirî de ne..

Malbata girtiyên li Îmralî, derbarê tecrîda girankirî de, li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, birayê Omer Xeyrî Konar Emîn Konar, xwişka Weysî Aktaş Sabîha Aslan û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol û Serbay Koklu tevlî civînê bûn.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku malbat di ketina Meclîsê de hatine astengkirin…

Ocalan anî ziman ku ji bo xwe bigihîne vê derê, ew ji dehan bendan re derbas bûn û wiha domand:

Omer Ocalan: Bi tecrîda li Îmraliyê pêşiyê li aştiyê digrin

“Mixabin bi rengekî bêûsil pêşî li me hate birîn û hate xwestin ku mêvanên parlamenteran bêne astengkirin.

Ya li meclîsê hate kirin ev e, gelo li derveyî meclîsê çi li gel tê kirin”

Ocalan li ser navê malbatan axivî û wiha got:

“Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve em bi tu awayî nikarin agahiyê ji Îmralyê bigrin..

Birêz Ocalan herî dawî 25’ê Adarê de bi telefonê axivî bû. Di vê axaftina kurt de ragihandibû ku şert û mercên heyî yên tecrîdê nayên qebûlkirin, li dijî vê rewşa li dijî hiqûqê, daxwaza hevdîtina bi parêzeran re kir”

Omer Ocalan di dawiya axaftina xwe de ev yek got:

“Birêz Ocalan her cara ku firsend dît ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk hewl da.

Tecrîd di heman demê de tecrîda li ser derfeta aştiyê û çareseriya demokratîk e.

Bêhiquqiya Îmraliyê tê kirin, li tevahiya welêt çawa belav dibe em dibînin..

Em dixwazin dawî li bêhiqûqiya li girtîgeha Îmraliyê bê anîn û mafên hiqûqî yên xizmên me bêne dayin.

Em bang li saziyên erkdar dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û li raya giştî jî bang hestiyariyê dikin.”

Her wiha Malbatê serdana koma meclisê ya HDP’ê kirin..

Parêzerê Rêber Apo: Divê rewşa kirîzê a li Îmlarî bi dawî bibe

Li vir jî ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol diyar kir ku ew ji bo tecrîdê çûne Îmraliyê û xwest rewşa krîzê bi dawî bibe.

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî balkişand ser tişta li Îmraliyê diqewime û got ku ev bêhiqûqiya sedsalê ye.

Back to top button