Cansu Ozdemîr: Berxwedana Îmraliyê komplo vala derxist

Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Cansu Ozdemîr da zanîn ku berxwedana li Îmraliyê hatiye dayîn planên hêzên komploger vala derxistin û got: ”Li gel tecrîda li Îmraliyê , berxwedanek mezin tê dayîn. Vê hêvî da gelan.
Hîna li kolanên Kurdistanê berxwedan didome. Em dibînin ku bêyî Birêz Ocalan çareserî nabe, Tirkiye rast nabe.”

25 Sal di ser komploya navneteweyî re derbas dibe.

Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û 35 meh e jî tu agahî jê nayê girtin.

Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Cansur Demîr komploya Navneteweyî a li dijî Rêber Apo nirxand.

Cansur Demîr da zanîn ku tevahî dewletên ku di komployê de cih girtin di navbera wan de gelek nakokî hebûn lê ji bo pêşî li fikrên Rêber Abdullah Ocalan bigrin destê xwe dan hev û got:

”Ji DYA’yê bigirin heta Rûsya, ji Yekitiya Ewropayê (YE) bigirin heta Yewnanîstan, ji Tirkiyeyê bigirin heta Kenya, tevî di navbera wan de nakokî hebûn jî di komployê de cih girtin.

Ji bo ferzkirina hegemonyaya xwe li rojhilata navîn pêk bînin Abdullah Ocalan ji xwere xeterî dîtin.

Cansur Demîr diyarkirku welatên tevli komploya navneteweyî bûne tevî ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê şertên Reber Abdullah Ocalan de hatiye dayîn dizanin jî bêdeng dimînin û wiha dewam kir:

“Yek ji erêkirina welatên Ewropayê ya ji bo dewleta Tirk, êrîşên îmhayê yên li hember gelê Kurd in.

YE, DYA, Rûsya û hemû dewletên tevli komployê bûne ji vê xwînê xwedî dibin.

Alman çekan îxracê Tirkiyeyê dike.Ev çek jî rêxistinên terorê yên wek DAIŞ’ê li hember kurdan bi kar tînin.”

Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Cansur Demîr destnîşan kir ku berxwedana li Îmraliyê planên dewletên komploger vala derxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Ligel tecrîda li Îmraliyê , berxwedanek mezin tê dayîn. Vê berxwedanê planên welatên tevli komployê bûn vala derxist.

Vê hêvî da gelan. Em dibînin ku bêyî Birêz Ocalan çareserî nabe, Tirkiye rast nabe.”

Back to top button