Ji bo dîtina Rêber Apo mehane 16 daxwazname tên redkirin

Desthilatên Tirk di Çileya 2024ˊan de 16 daxwaznameyên malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ên hevdîtina bi wî re red kirin.

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re bi awayekî heftane 2 daxwaznameyan ji Serdozgeriya Giştî ya bajarê Bursayê re tê şandin .

Ev daxwazname ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqî ya Sedsalê ve tê şandin .

Her wiha malbata Rêber Abdullah Ocalan jî bi awayekî heftane 2 daxwaznameyan dişînin.

Di encamê de mehane 16 daxwazname tên şandin. Hemû jî hatine redkirin û bê bersiv mane.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatiye.

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe re Mihemed Ocalan re 5 deqeyan bi telefonê axivîbû û piştre hat qutkirin.

Bakurê Kurdistanê-Meşa Mezin a Azadiyê di roja 4. de ye

Back to top button