Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê bi rêya saziyên xwe yên xizmetguzariyê torên ava vexwarinê guhartin.
Rêveberiyê ji 4 taxên bajarokê Hecînê ve dest bi guhartina torên avê kir.
Xebatên guhartina torên ava vexwarinê yên kevn bi yên nû ji xeta sereke ku avê dide 3 taxan ve dest pê kirin;
Taxa Wawiyê, taxa Şiwêş, taxa rêya stûr. Tor bi dirêjahiya hezar û 200 metre û firehbûna 6 inchan.
Her wiha xebata guhartina torên avê li xeta taxa Qele jî bi dirêjahiya hezar û 200 metre û 6 inchan tê kirin;
Ev xet jî avê dide taxa Kelase ya li bajarokê Hecînê.
Çaverê ye, komîteya xizmetguzariyan li tevahî taxên êşa kêmbûna avê dikişînin toran biguherin.