2’ê Adarê, Şandeyek ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) serdana Başûrê Kurdistanê kir.
Serdanên şandeya KNK’ê ên ji bo hizb û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hêjî dewam dikin.
2’ê Adarê, Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê serdana Başûrê Kurdistanê kir.
Serlêdanên şandeya KNK’ê bi gelek hizb û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de şandeyê serdana Hizba Komunîst a Kurdistanê kir.
Piştî serdanê derbarê naveroka civînê, sekreterê Hizba Komunîst Kawe Mehmud ji Rojnewsê re axivî û got:
“Rojev li ser her çar beşên Kurdistanê, bûyerên cîhanî û bandora wê li ser doza rewa ya gelê Kurd bû.
Her wiha çalakiyên di sedsala Peymana Lozanê de werin kirin jî, rojeva me bû.
Hevserokê KNK Qeremus: Divê îrade û nûnertiya Êzidiyan were qebûlkirin
Şandeya KNK’ê piştre serdana nûnertiya PADÊ’ê ya li Silêmaniyê kir.
Piştî hevdîtinê Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Qeremûs, derbarê naveroka civînê û rewşa Şengalê daxuyaniyek da.
Ehmed Qeremus got:
“Êzidî ne bi tenê ne û em hemû piştgiriya wan dikin, divê îrade û nûnertiya Êzidiyan were qebûlkirin.”
Şandeya KNK’ê bi hizba Komunîst a Îranê re civiya
Piştre jî şandeya KNK’ê serdana Komeleya Rêxistina Kurdistanê, ya hizba Komunîst a Îranê kir.
Li wir jî Şande ji aliyê sekreterê komeleyê Îbrahîm Elîzade û endamên komeleyê ve, hat pêşwazîkirin.