Bandora erdhejê li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd

Erdheja ku çêbû zirar gihand avahiyên li Şêxmeqsû û Eşşrefiyê. Ji bo wê biryara hilweşandina wan avahiyan hat dayîn. Lê ji ber dorpêça hikûmeta Şamê xebatên hilweşînê dereng mane. Her weha dibistanên ku li her du taxan ji ber erdhejê hatbûn seknandin, sibe tên vekirin.

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, xebatên hilweşandina avahiyên ji ber erdhejê zirar dîtine, sererastkirina binesaziyê û parastina ewlehiyê asteng dike.

Ji ber nehilweşîna avahiyan jiyana xelkê her du taxan di xeteriyê de ye.

Ji ber ku alavên pêwîst, heta niha jî avahî nehatine hilweşandin.

Hikûmeta Şamê dorpêçê ranake û nahêle alavên pêwîst derbas bibin.

Şaredariya Gel a her du taxan hewl dide bi derfetên xwe xizmetê bike.

”Ger avahî neyên hilweşandin wê encamên nebaş bi xwe re bîne”

Endezyar û endamê Nivîsgeha Pîşeyê ya Şaredariya Gel Hisên Ehmed derbarê mijarê de axivî.

Hisên Ehmed dibêje 12 avahî hene divê bi awayekî lezgîn werin hilweşandin û got: Her ku sererastkirina wê dereng ma, dê encamên nebaş li ser jiyana welatiyan çêke.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sibê dibistan tên vekirin

Li aliyê din, Dibistanên li her du taxan piştî karesata erdhejê, zirar dîtinbûn û dewam hatibû rawestandin.

Lê piştî sererastkirin, dê sibê dibistanên li her du taxan bên vekirin.

Hikumeta Şamê dorpêçeke giran daniye ser her du taxan, ji lew re xebatên sererastkirinê jî, ji aliyê Şaredariya Gel û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokraîtk ve bi destan hatin meşandin.

Mercên zehmet li pêşiya xwendekarên Efrîn û Şehbayê nebûn asteng

Li Şehbayê jî ziyan gihişt hin dibistanan.

Tevî vê yekê, xwendekarên kantona Efrîn û Şehbayê bi israr in ku perwerdeyê xwe temam bikin.

Li gorî tespîtên endazyaran 2 dibistan ji xizmetê derketin..

Bi armanca ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê 55 kon vedane..

Back to top button