Îran û Rojhilatê Kurdistanê- Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyên cûr be cûr dewam dike. Tevî êrişên dijwar jî, duh carek din li gelek herêman jin û xwendekar daketin qadan û xwepêşandan li dar xisitin. Li aliyê din Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand li Urmiyê 4 girtî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku nêzî 180 rojin dewam dike.

Tevî kuştin, êriş û gefên darvekirnê ên desthildata Îranê jî, gel dev ji daxwezên azadiyê bernadin.

Heta niha bi hezaran kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin û metirsiya darvekirinê li ser gelekan heye.

Lê ev zextên hêzên dewletê, nikara pêşî li daxwaza welatiyan bigire.

Jin û xwendekar bê navber dadikevin qadan û bi rêbazên cûr be cûr çalakiyan li dardixin.

Yek ji devera ku bûye navenda serhildanê Belûçistan e.

Li Belûçistanê gel li dijî desthilata Îranê li qadanin

Duh careke din hezaran kes li bajarê Zahîdan ê girêdayî Belûçistanê meşiyan.

Xwepêşandêran di meşê de dirûşmeyên dijî desthilata û hêzên Îranê berzkirin.

Her wiha di çalakiyê de banga berdana girtiyên siyasî, dawî-anîna girtin û revandina çalakvanan hate kirin.

Di heman çalakiyê de êrişên bi gazên jehrî ên dijî xwendevanên keç hate şermezarkirin.

Di dema çalakiyê de, tevgereke zêde a hêzên dewletê li Zahîdan û çend bajarên din yên Beluçistanê hebû.

Li Tehranê gel bi daxwaza azadiyê li qadanin

Li bajarê Tahranê jî duh bi şev li gelek herêman gel li qadan bûn.

Li wir jî li dijî desthildata Îranê dirûşme hatin berzkirin.

Rejîma Îranê li Urmiyê 4 girtî bi darve kirin

Li aliyê din Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand li girtîgeha navendî ya Urmiyê 4 girtî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.

Li gor amaran di nava sê heftiyên borî de bi tometên cûda herî kêm 12 kes li girtîgehên Rojhilatê Kurdistan hatine bidarvekirin.

Ji serê salê ve û piştî destpêkirina serhildanê hejmarek zêde ya welatiyan li Îranê bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.

Li gor çalakvanên mafên mirovan, dewleta Îranê dixwaze bi darvekirina girtiyan, tirsê di nava welatiyan de belav bike û dawî li xwepêşandanan bîne.

Back to top button