Dewleta Tirk bi topên tijî fosfor êrişî qadên gêrîla kir

Rojan e derbarê êrişên dagirkeriya Tirk ser qadên parastina Medya, Navenda Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyê diweşîne. Îro jî, HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker duh di êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, topên tijî fosfor bi kar aniye.

Di daxuyaniya Navenda ragihandin û çapemenîya HPG’ê de ev tişt hate gotin:

“Artêşa Tirk a dagirker 10’ê Adarê, 7 caran bi topên tijî fosfor, êrişî çeperên berxwedanê yên Sîda ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.

9 û 10’ê Adarê jî, herêma Garê û Metînayê 4 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

Her wiha qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên berxwedanê yên Sîdayê 19 caran mîna her roj bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin”.

Back to top button