YPG: Şervanê me Mihemed Dede ê bavê şehîde, şehîd bû

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Mihemed Dede ku di encama nexweşiyê de tevli karwanê nemir bûye eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya YPG’ê de, wiha hat gotin:

“Rêhevalê me Mihemed Dede ku li herêma Helebê erk û berpirsyartiya xwe pêk dianî, ev demek bû bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşiya.

Tevî tedawîkirinê lê roj bi roj nexweşiya wî giran bû û di roja 9’ê Adarê de tevlî karwanên şehîdan bû.

Kurê Mihemed jî sala 2016’an şehîd bûye.

YPG’ê di dewama daxuyaniyê de, behsa berxwedan, fedekariya şehîd Mihemed û kurê wî kir û got:

Şehîd Mihemed yek ji welatparêzên me ye ku xwe li gor birdoziya Rêber APO rêxistin kiriye.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, hîn zêdetir bi çalak tevlî xebatên rêxistinkirina civakê bû.

Dawiyê YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamiya riya şehîdan dubare kir.

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya Şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Mihemed Dede

Navê Dayik: Xanim

Navê Bav: Nûrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 9’ê Adara 2023

Back to top button