Rojnemevan û çalakgeran daxwaza rêgirtina li ber desthilata Başûr kirin

Rojnamevan û çalakvanên Germiyanê ragihandin ku ya li dijî rojnamevan Şêrwanî pêkhatî ne yasayî ye.
Divê rê li vê helwesta desthilatê bê girtin.

Rojnamevan Umer Tînû da zanîn ku nêzîkatiyek nexweş li dijî rojnamevan û çalakvanan tê kirin û got:

“Ev dibe sedem ku azadiya fikir û raman paş bikeve, bi vê re jî dîmenek nexweş dide welatên din.”

Rojnamevan Umer balkişand ser cezakirina rojnamevan Şêrwan jî û wiha pêde çû:”

“Bi cezakirina Şêrwanî re derket holê ku nêzîkatiyek ne yasayî lê hatiye kirin.”

Çalakvanê civaka sivîl Seryas Îbrahîm li ser heman mijarê axivî û got:

Desthilat bi cezakirina rojnamevanan, şikestina xwe ya siyasî û aborî vedişêre.. Lê bi vê re hîn zêdetir dişikê.”

Di dawiyê de Saryas bêdengkirina dengê azad û girtina rojnamevanan şermezar kir.

Parêzerên Behdînanê: Girtina rojnemevan Şêrwanî dûrî pîvanên yasayî ye

Back to top button