Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk despê kir

Ji bo hilbijartinên li Tirkiye tenê mehek ma. Piştî mehekî din, ji bo ev rejîma qirker têk biçe, partî û rêxistinên demokrat di tevgerê de ne. Partiya Çepên Kesk li 2 baskan starta hilbijartinê dan. Li baskê Serhedê ji Geverê û li herêmên Derya Spî û Egeyê jî li Antalyayê hate despêkirin. Di vê navberê de, Serokwekîla Koma HDP’ê û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Beştaş hîna dibin lênêrîna bijîşka de ye.

Ji bo hilbijartina li Tirkiyê ya Serokomarî û Parlamento 30 roj man.

Partiya Çepên Kesk lez daye xebatên xwe.

Baskê Serhedê yê Tûra hilbijartinê ku Partiya Çepên Kesk li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê daye destpêkirin li navçeya Gever a Colemêrgê hate destpêkirin.

Gelê ku li ber buroya hilbijartinê kom bûne, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coş pêşwazî kirin.

Parlamenterê HDP’ê Saît Dede, diyar kir ku gelê Geverê li dijî zilma desthilata AKP’ê serê xwe ne tewand û wiha got:

“Em di hilbijartinan de bi awayekî xurt vîna xwe nîşan bidin.

Em soz didin ku em ê di 14’ê gulanê de hemû namzetên xwe derxînin.”

Pişt re Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku li dijî desthilata ku dixwaze gel bêrêxistin bihêle wê mezin bibin û faşîzma AKP’ê û MHP’ê hilweşînin.

Şande piştî axaftinan berê xwe dan navçeya Elbak a Wanê.

Starta li herêmên Derya Spî û Egeyê li Antalyayê hat despêkirin

Tûra hilbijartinê ya ku dê Partiya Çepên Kesk li herêmên Derya Spî û Egeyê bike, li Antalyayê dest pê kir.

Tûr, li navçeya Kepezê hate destpêkirin û Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar û bi şandeya pêre tev li bûn.

Serokwekîla koma HDP’ê beştaş hat emelyatkirin

Li aliyekî din, Serokwekîla Koma HDP’ê û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş, duh dema ji bo xebatên hilbijartinê çûbû navçeya Qereya-ziyê ya Erziromê qezaya trafîkê kiribû.

Hat zanîn ku emeliyata Beştaş serkeftî bûye û rewşa wê jî baş e.

Beştaş bo demekê hildan serwîsa nihêrîna awarte.

Hate ragihandin ku emelyat serkeftî pêk hatiye.

Ji Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya bo Partiya Çepên Kesk

Jin û hunermendên îranî ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyonê çêkir.

Back to top button