Wê vegera Sûrîyê ya li Yekitîya Ereban bê nîqaş kirin

Di sala 2011’an ve heta niha Sûrî ji komkara Erebî hatibû derxistin. Yekitîya Ereban îro li ser vegera Sûrî cîvînek lidardixe. Wezîrên karên derve yên Misir, Urdun, Iraq û welatên Konseya Hevkariya Kendavê îro dê li Cîddeyê civîna îstîşareyê li dar bixin. Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker jî got; Dewleta Tirk şertê vekişîna ji xaka Sûriyeyê yê ji bo muzakereyan, qebûl nake.

Piştî sala 1925’an ve heta niha Sûrî ne di nava Yekitîya Ereban de bû.

Wezîrên karên derve yên Misir, Urdun, Iraq û welatên Konseya Hevkariya Kendavê (KÎK) îro dê li Cîddeyê civîna îstîşareyê li dar bixin.

Yekitiya Ereban dê îro civînekê li dar bixe û biryarê bide bê ka Sûriye dê li Yekitiya Ereban vegere yan na.

Di meha pêşde lûtkeya Ereb li riyadê tê lidarxistin

Di civînê de dê ji bo vegera Sûriyê ya li Yekitiya Ereban û tevlibûna wê ya li lûtkeya Ereb a ku tê payîn di meha pêş de li Riyadê bê lidarxistin biryareke teqez were dayîn.

Hat destnîşan kirin ku çavkaniyeke dîplomatîk a ereb têkildarî mijarê bi Şarku’l Avsatê re axivî û dibêje:

“Biryara vegera Sûriyê li Yekitiya Ereban êdî gihiştiye astekê û li çendek paytextên welatên ereb ji bo vê mijarê nêrîneke erênî heye.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê di dagirkirina Sûrî de li xwe mikur hat

Li aliyê din li ser normalîzkerina têkiliyên Enqere-Şam jî civîn li ser civînan tên lidarxistin.

Dewleta Tirk bi her awayi xaka Sûrî dagir dike û komên çeteyan li hember gelên Sûrî bikartîne.

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu duh ji dezgehên çapemeniyê axivî.

Çavuşoglu: Şertê vekşîna ji axa Sûrî danustandinan qebul nakin

Çavuşoglu diyar kir têkiliyên bi Sûriyê re di pêşerojê de pêkan in û got: Welatê wî tu şertên ji bo pêkanîna dan û standinên yekser a bi hikumeta Şamê re; vekişîna hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê, qebûl nake.

Hemwextî vexwendina Çavuşoglu ji wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re, Çavuşoglu got dewleta Tirk hêzên xwe ji Sûriyê venakişîne.

Hêjayê gotinê ye di despêka meha Gulanê de wê civîna çar alîyan pêkwere.

Back to top button