Li Girê Spî ya dagirkirî çete ji bo dahateyên deriyê sînor pev ketin

Çeteyên polîsa leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker 5 çeteyên ku tev li şerê duh ê li ber deriyê sînor ê Girê Spî bûne, girtin.

Doh di navbera çeteyên Cebhe El-Şamiye, Feyleq El Salis û Feyleq El Mecîd de şer çêbû.

Sedema vê yekê jî bidestxistina deriyê sînore ku kelûpelên derbas dibin jê baceyê bistînin.

Çeteyên ku qaşo polîsên leşkerî ne ku bi destê dewleta Tirk hatiye avakirin 5 ji wan kesên pev çûne girtin.

Ev yek bi çavkaniyên xwecîhî hatiye ragihandin ku li ser ked û berhemên xelkê bazariyê dikin.

Li Girê Spî di navbera çeteyan de şer derket: 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn

Back to top button