Li deriyê sînor ê Girê Spî ya dagirkirî di navbera komên çete de şer derket û di encamê de 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, li deriyê sînor ê Girê Spî yê dagirkirî di navbera çeteyên “Feyleq El Şam” û ”Feyleq El Meclid” li aliyekî û çeteyên “Cebha El Şamiyê li aliyekî din de şer derket.
Di encamê de 2 çeteyên “Cebha El Şamiyê” hatin kuştin û 5 jî ên heman komê birîndar bû.
Deriyê sînor ê Girê Spî di bin kontrola çeteyên Cebha El Şamiyê de ye.
Çeteyên vê komê xeraceyên li ser kel û pelên ku di derî re derbas dibin, ferz dikin.
Her wiha koma ”Cehba El Şamiyê ” 7 nivîsgehên aborî birêve dibin.
Di Hezîranê de li navenda bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê gel li dijî nivîsgehên navborî xwepêşandan li dar xistin.