Artêşa Tirk a dagirker gundê Xirbê Xwê yê navçeya Amûdê bombebaran kir.
Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker gundê Xirbê Xwê yê navçeya Amûdê bombebaran kir.
Derbarê êrişê de Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin.
“Di encama êrişa li ser gundê Xirbê Xwê de 4 şervanên me yên girêdayî hêzên Erka Xwe Parastinê şehîd bûn.”
QSD’ê diyar kir ku ew ê agahiyên berfireh piştre parve bikin.
Dagirkeriya Tirk êrişî gundê Şêrawayê kir: Ciwanek birîndar bû
Li aliyek din jî artêşa Tirk a dagirker bi doçka û çekên navîn êrişî gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî kir.
Di encamê de ciwanek birîndar bû.