Balafira bêmirov ya dewleta Tirk li Silêmaniyê wesayîtek kir armanc

Balafirek bêmirov û bêçek ya dewleta Tirk ya dagirker li gundê Rengêne yê girêdayî navçeya Çiwarta ya Silêmaniyê wesayîtek kir hedef.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin balafirek bêmirov û bêçek ya dewleta Tirk ya dagirker li gundê Rengêne yê girêdayî navçeya Çiwarta ya Herêma Şarbajêr a Silêmaniyê wesayîtek kir armanc.

Li gorî agahiyan di encama bombebaranê de ziyanên canî çêbûne.

Têkildarî êrişê Qaymiqamê navçeya Çiwarta û devera Şarbajêr Şaho Osman diyar kir ku heta niha di derbarê nasnameya kesên di wesayîtê de li rastî êrişê hatine tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Her wiha Osman da zanîn ku hêzên parastina sivîl, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlekariyê çûne cihê bûyerê.

Hate zanîn ku piştî êrişê agir bi zeviyên herêmê ketiye.

Li ser rêya sereke ya Çemçemalê wesayîtek teqiya û 2 kes birîndar bûn

Back to top button