Ji parêzerên Rêber Ocalan Îbrahîm Bîlmez: Ji ber Corona, jiyana Rêber Ocalan di metirsiyeke mezin de ye

Buroya Hiqûqê ya Asrînê ji ber tercrîda li Îmraliyê, rapor ji CPT’ê re şand. Parêzerê Rêber Ocalan Ibrahîm Bîlmez destnîşan kir ku “ji be vîrûsa Coronayê, metirsiyeke mezin li ser jiyana Rêber Ocalan heye”. 

Bîlmez diyar kir “ew weke Buroya Hiqûqê ya Asrînê, ji ber bêhiqûqiya li Îmraliyê, di 16’ê Nîsanê de raporek ji CPT’ê re şandiye”.

Li gorî Bîlmez, wan ji bo hevdîtinê, bi dehan car serlêdan kiriye, lê bê hincet, daxwazên wan tên redkirin”.

Ibrahîm Bîlmez da xuyakirin ku “ji ber temen û hin nexweşiyên wî yên bêhstendinê û hem ji ber tecrîda 21 salan, metirsiyeke mezin li jiyana Rêbertî heye.”

Parêzerê Rêber Ocalan bang li CPT kir ku “divê CPT ji bo bidawîkirina vê bêhiqûqiyê, bi Tirkiyê re danûstandinan bike û di vê dema heyî de, daxwazên wan tavilê bi cih bînin.”

Back to top button