
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku wan 3 çalakî li navenda Efrîn, Şêrawa û Ezazê pêk anî û 6 çete hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.
HRE, der barê hersê çalakiyan de, daxuyaniyek da û got:
15’ê Nîsanê, Hêzên Rizgariyê, li derdora gundê Kefer Nebo yê navçeya Şêrawa, li dijî çeteyên artêşa Tirk, çalakiyeke sabotajê, pêk anî.
2 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
17’ê Nîsanê, li derdora bajarê Ezazê, li dijî çeteyan çalakiyeke sekvanî pêk hat û çeteyek hat kuştin.
18’ê Nîsanê jî, Hêzên Rizgariyê li Çerxerêya Wetenî ya li navenda Efrînê, çalakiyeke sabotajê pêk anî û di encamê de 3 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.