Sibe Dergehê Sêmalkayê tê vekirin

Rêveberiya Deriyê Sêmalka ragihand ku derî li pêşiya pêwendî û Rêxistinên Mirovî, roja Dûşemê ji nû de dest bi kar dike.
Li gor biryarê, wê dergeh li ber têkilî, rêxistinên mirovî û bazirganiyê jî were vekirin.

Rêveberiya Dergeha Sêmalkayê ragihand ku roja duşemê careke din dergehê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tê vekirin.

Ev dergehê han ku ji sala 2012’an bi lihevkirina herdu aliyan ji bo rewşên mirovî hatibû vekirin, di her dem û demê de, tê girtin û ziyaneke mezin li welatiyan dibe.

Vê dawiyê, 11’ê meha gulana borî, Rêveberiya Pêşxabûrê bêyî sedemeke diyar û bi rengekî yekalî biryara girtina dergeh da û nêzîkî 3 hefteyan kilîdkirî ma.

Vê biryarê bandoreke mezin di warê mirovî de li xelkê Rojava/ Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û ji madeyên avakirinê heta bi şîrê zarokan û pêdiviyên bingehîn buha bûn.

Li tenişta vê yekê, bi dehên kesên ku ji Ewropayê hatibûn serdana malbatên xwe, bi lez li sînor xistin û vegeriya Ewropayê, bêyî ku karibin rojên bi giştî li Rojava biqedînin.

Li gor agahiyan, çendîn caran Amerîka bû navbeynkar û danûstandin li gel aliyê Başûrê Kurdistanê dikir jî lê bê encam dima.

Hemwextî wê jî Rêveberiya Dergeha Sêmalkayê eşkere dikir ku dergeh ji hêla Rojava ve vekirî ye.

Herî dawiyê, duh rêveberiyê ragihand ku ji 5’ê Hezîranê dergeh li pêş têkilî, rêxistinên mirovî û bazirganiyê tê vekirin.

Biryar dibêje:

Ji roja duşemê û şûnde, dergehê Sêmakayê li pêş pêwendî, rêxistinên mirovî û tevgera bazirganiyê tê vekirin.

Dê kar li gor mekanîzmeya berê, di rojên şemî, duşem û çarşemê de, bê kirin.

Ev yek li ser medya civakî dibe rojeveke sereke û hêvî tê kirin ku bila dosyên siyasî bandorê dergehê Sêmalkayê neke, qene bi milyonên mirovan neyên cezakirin.

Back to top button