66 Malbatên din ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbasî Şehab bûn

66 malbatên din ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berê xwe da Şehbayê. Ji bo bicîkirina van malbatan, l​​​​i Kampa Serdem, 300 kon hatin vedan.

Di 2 rojên dawîn de ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê, 66 malbatên din ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe da kantona Şehbayê.

Bi vê jî, hejmara malbatên ku piştî erdhejê gihaştine kantonê, bû 3 hezar û 66.

Beşa yekemîn a malbatan 6’ê Sibatê gihaştibû kantonê.

Li Kampa Serdem 300 kon ji şêniyên Helebê re hatin veda

Bi vê re jî, ji bo bicîkirina van malbatan şaredariya gel ket nava tevgerê.

Şaredariya Gel a Kampa Serdemê 300 kon ji malbatên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û welatiyên gundên Şehbayê yên zirar ji ber erdhejê dîtine, vedan.

Di Kampa Serdemê de 230 malbatên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene û li nava konên koçberên Efrînê hatine belavkirin.

Tê payîn ev konên tê vedan bi hemû pêdiviyan, wê werin amadekirin.

Back to top button