Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe

Kampanyayên alîkariyê yên ji aliyê rêxistana HDP’ê û gelên herêmê, bê navber dewam dike.

TJA, Meclîsa Jinan a HDP’ê û jinên femînîst, li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê amade kirin.

Piştî erdhêjê li Kurdistanê û Tirkiyê bi peşengtiya HDP’ê û piştevaniya rêxistinên civaka sivîl kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin.

Li Botanê di çarçoveya kampanya bi pêşengiya HDP’ê de Şaredariya Silopiyê di nava tevgera komkirina alîkariyê de ye.

Bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkaya Jinan a Şaredariya Silopiyayê jî kampanyaya “Jin piştevaniya bi jinan re dikin” hat destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de TJA, Meclisa HDP’ê ya Jinan, Meclisa Dayikên Aştiyê li gund, bajar û navçeyan seferberî ragihand û mal bi mal alîkariyê kom dikin.

HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkir

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê kapmanya “Em malbatan tînin ba hev” li xebatên xwe zêde kir.

HDP’ê ji bo ragihandina kampanyayê li avahiya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê civîn li dar xist û daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de kampanya “Em malbatan tînin ba hev” ragihandin û bang li xelkê kirin ku di warê piştevaniyê û kampanyayê de hestiyar bin û alîkariyê bikin.

Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin

Tevgera Jinên Azad, Meclîsa Jinan a HDP’ê û jinên feminîst ên li ser navê Piştevaniya Feminîst a ji bo Karesatê ji Stenbolê hatin Semsûrê, hevdîtin bi jinên mexdûrên erdhejê re kirin.

Her wiha lîsteya pêdiviyên wan amade kirin û li gelek taxên Semsûrê serdana mexdûrên erdhejê jî kirin.

11 kesên ji platformê çûn Taxa Fetîhê jî, serdana konan kirin.

Li wir yek bi yek hevdîtin bi jinan re kirin û lîsteya pêdiviyên wan hata amadekirin.

Back to top button