Balafirên dagirkeriya Tirk êrîş birin ser gundekî Akrê ya Dihokê

Balafirên dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser gundekî navçeya Akrê ya Dihoka Başûrê Kurdistanê.

Îro di saetên nîvro de balafirên artêşa Tirk gundê Kavilka ya navçeya Dînartê ya girêdayî nav.eya Akrê bombebaran kir.

Hat zanîn di dema êrîşê de welatiyên sivîl ji bo berhevkirina berhemên çandiniyê çûne wî gundî.

Derbarê encama êrîşê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li gorî agahiyan, niha gundê Kavilka vala ye û kes lê najî, lê xelkê wê di werzên bihar û havînê de serdana rezên xwe dikin û berhemên xwe yên çandiniyê berhev dikin.

Li aliyê din jî, dewleta Tirk hêzeke mezin şand sînorê Sîdekanê û li sê cihên nû xwe bi cih kirin.

Bi hinceta şerê li dijî PKK’ê dewleta Tirk ji hezîrana îsal ve operasyonên hewayî û bejahî yên nû li xaka Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin û hewl dide gav gav dagirkeriya xwe mayînde bike.

Di van êrîşên Tirkiyê de tevî ziyanên madî, hejmareke kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar bûne.

Back to top button